Serokê CHPê: Li hember muzîka Kurdî tehemûl nakin

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, li hember qedexekirina konserên zimanê Kurdî bertek nîşan da û got: “Li hember muzîka Kurdî tehemûl nakin.”

Stenbol (K24) – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, li hember qedexekirina konserên zimanê Kurdî bertek nîşan da û got: “Li hember muzîka Kurdî tehemûl nakin.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di mitînga partiya xwe ya li Stenbolê de li ber bi sed hezaran behsa qedexeyên li ser muzîka Kurdî ya vî welatî kir û nerazîbûna xwe li ser qedexeyan nîşan da. Kiliçdaroglu behsa binpêkirinên mafên mirovî yên vî welatî kir, li dijî van neheqiyan banga girîngiya demokrasî kir.

Kemal Kiliçdaroglu got: “Konseran qedexe dikin. Li hember muzîka Kurdî tehemûl nakin. Hunermendan di dadgehan de didin darizandin. Nîvê şevê mirovan digirin diavêjin hepsê. Operasyon li dibistanan dikin. Ji ber belavkirina twitterekê zarokan ji dibistanan digirin. Cizayê hepsê didin jîngehparêzan. Dayikan ji zarokên xwe dûr dixin. Gelek siyasetmedar û rojnamevan diavêjin zindanê. Qedexeyên siyasetê tînin. Niha jî hewl didin partiyên siyasî bigirin.”

Kiliçdaroglu destnîşan kir: “Ez li nav mirovan wekheviyê dixwazim. Wekheviyan mafan. Wekheviya fersendan. Bi nirxên demokrasî û hevkariyeke di vê çarçoveyê de em hebûna xwe biparêzin. Divê kesî ji kesî nexeyîdinin û bi vî awayî têkoşîna dad û demokrasiyê bidin.”