Cîgirê Serokê CHPê: Qedexekirina ziman karê desthilatên zordest e

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici derbarê qedexekirina konser û şanoya Kurdî de axivî.

Stenbol (K24) - Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici derbarê qedexekirina konser û şanoya Kurdî de li Tirkiyê amaje kir, çi hincet bo qedexekirina zimanekî nayê qebûlkirin û qedexekirina zimanekî karê desthilatên zordest e.

Oguz Kaan Salici ji K24ê re ragihand: “Niha straneke Aynur Dogan qedexe kirin. Qedexeyên bi vî awayî jî li cihên cuda rû didin. Ji bo qedexekirina zimanekî divê tu hincet nebe. Xelk bi zimanê xwe dixwaze stranên xwe bêjin.”

Salici destnîşan kir: “Muzîk global e.  Em Îngilizî stran guhdar dikin, bi vî zimanî nizanibin jî em pê dilxweş dibin. Bi Kurdî stran guhdar dikin, Kurdî nizanibin jî em pê kêfxweş dibin. Qedexekirina zimanekî karê desthilatên zordest e.”