Kemal Kiliçdaroglu bi 248 serokên şaredariyan re diçe Wanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bi 248 serokên şaredariyan re serdana bajarê Wanê dike.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, dê di çarçoveya xebatên partiya xwe ya hilbijartinê de 27ê Gulanê bi 248 serokên şaredariyên CHPê ve serdana parêzgeriya Wanê bike. 

Li gorî zanyariyan, dê şandeya CHPê sê rojan li Wanê bimîne û dê xebatên hilbijartinê birêve bibe.

Li gorî bernameyê, serokên 11 şaredariyên şajarên mezin yên CHPê û şaredarên bajar û navçeyan û parlementer û rayedarên CHPê dê di nava sê rojan de li hemû navçeyên Wanê bigerin û dê behsa plan û xebatên xwe bikin.