Mesrûr Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê civiya

Di civînê de tekezî li bihêzkirina pêwendiyên welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê di hemû waran de hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulana 2022an di çarçoveya civîn û hevdîtinên li perawîşa Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê, ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê Nayif El-Hecref civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên welatên Kendavê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin behskirin û tekezî li bihêzkirina pêwendiyên welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê di hemû waran de hate kirin.