Metîn û Kemal Kahraman Konserek li Diyarbekirê saz kir

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Hunermendên Kurd Metîn û Kemal Kahraman piştî demeke dirêj li Diyarbekirê konserek lidar xistin û beşdar bi muzîkên xwe bi coş kirin. Hunermendên Kurd bal kişandin ku li Tirkiye û Bakûr civak di rewşeke ne arama de derbas dibe û muzîk û mûzîkjen jî jê bandor digirin. Beşdarên konserê jî kêfxweşiya xwe bi lidarxistina konseran ragihandin.

Piştî konserên Aynûr Dogan, Delîl Dîlanar û Xero Abbas vê carê 2 hunermendên birayê hev, Metîn û Kemal Kahraman ku weka yek ji sitûnên nûnertiya mûzîka Zazakî tên nasîn li Diyarbekirê konser lidar xistin. Hunermendên Kurd bi muzîkên zaravayên Kurdî; Zazakî û  kurmancî û bi zimanê Tirkî şeveke bi muzîkî pêşkêşî beşdaran kirin.

Piştî konserê hunermendê Kurd Kemal Kahraman bal kişand ku li Tirkiyê gelek pirsgirêk lihev zêde bûne û civak di rewşeke ne arama de derbas dibe. Kemal Kahraman da zanîn ku ew jî dixwazin bi muzîkê ewrên tarî belav bikin û dem û serdemên xweştir peyda bikin.

Hunermend Kemal Kahraman ji K24ê re got: “Em di serdemeke ne aram û nexweş re derbas dibin. 20 sal in me nikaribû bi vî rengî rêzekonser lidar bixin. Yanî serdemeke bi zilm û zordarî ye. Her tişt wek tawan tên dîtin û mirov nokarin tiştkî bikin. Di serdemên wiha de grîngiya muzîkê di jiyana mirove de zêdetir dibe.Di serdemên wiha de mirov bi muzîkê berê  xwe ji tiştên nexweş ber bi xweşiya ve vediguhêze.  Çİ dibe bila bibe emê bi muzîkê re bimînin û emê şahiyên xwe bi muzîkê parve bikin.”

Beşdarên konsera li Diyarbekirê jî kelecanî û kêfxweşiya xwe ji konserê û beşdarya konserê raghandin. Masûm Korûyûcû bi hevalên xwe re û Ordam Baran jî bi hevjînê xwe re hatine konsera Matîn û Kemal Kaharaman.

Welatî Masûm Korûyûcû got: “Em ji zarokatiyaxwe ve wan guhdarî dikin, lê her carê ku em tên konserê wek cara yekemîn be em pê kelecanî û kêfxweş dibin. Em Metîn Kemal Kahraman wi li konserê car duyemîn û sêyemîn be jî wek cara yekem hêsteke xwe dide bi rastî. Carina konser3en wiha çê dibin û em jî tekez diçinê her carê. ”

Welatî Ordam Baran dibêje: “Em ji zû de li benda wan bûn û gelek ji wan hez dikin. Niha jî gelek kêfxweşin ku hatine vê konserê.”

Metîn û Kemal Kahraman xwestibûn rêzekonserên xwe di 17’ê Gulanê de li Mûşê bidin destpêkirin, lê ji ber parêzgariya Mûşê konserê qedexe kiribû hatibû betal kirin. Metîn û Kemal Kahraman dê di 27 Gulanê de li Mêsînê, di 28’ê Gulanê de jî li Edeneyê konser bidin.