VÎDEO – Jinek bi daran li hevjînê xwe dixe

Li dadgehê doz vekiriye û gotiye ku hevjîna wî tundiyê li wî dike û ev vîdeo jî ji bo îsbatkirina vê îdiaya xwe kişandiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Mêrek li navçeya Alwar a eyaleta Rajasthan a Hindistanê, bi nepenî kameraya çavdêriyê li mala xwe daniye, da ku dîmenên êrîş û êşkencekirina ji aliyê hevjîna xwe ve tomar bike û pêşkêşî dadgehê bike.

Li gor medyaya Hindistanê, mêrek ji ber destdirêjiya laşî û manewî ya hevjîna xwe,  li dadgehê doz li hevjîna xwe vekiriye.

Ajansa nûçeyan a IANS ku ajansa herî mezin a serbixwe ya Hindistanê ye, vîdeoya ku ji aliyê mêr ve bi rêya kameraya çavdêriyê hatiye tomarkirin, belav kiriye û di vîdeoyê de tê dîtin ku jin li ber çavê zarokê xwe bi daran  li hevjînê xwe dixe.

Ajansê eşkere kir, mêr li dadgehê doz vekiriye û gotiye ku hevjîna wî tundiyê li wî dike û ev vîdeo jî ji bo îsbatkirina vê îdiaya xwe kişandiye.