Behadîn: Postê Serokomarê Iraqê ji wê mezintir e ku bibe para partiyekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand, “Postê Serokomarê Iraqê, para Kurdan e û divê nêrîna hemûyan li ser hebe.”

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn îro li Silêmaniyê di konferanseke rojnamevanî de got: Postê Serokomarê Iraqê ya Kurdan e û divê raya hemû Kurdan di vî warî de yekdeng be.”

Behadîn behsa serdana xwe ya bo Bexdayê jî kir ku di wê serdanê de çendîn hevdîtin pêk anîn û tê de behsa çend mijaran kirin, ji wan jî postê Serokomar bû.

Herwaha got, divê ev post, nûnertiya hemû Kurdan bike, ne tenê partiyekê û tekez kir ku pêwîst e hemû aliyên Kurdistanî li ser vê postê li hev bikin.

Her wiha got: “Postê Serokomarê îraqê, para Kurdan e û ji wê mezintir e ku bibe para partiyekê, ji ber wê divê kesê rast ji bo vê postê were hilbijartin.”

Parlamentoya Iraqê ji hilbijartinên Cotmeha 2021ê û heta niha ve nekariye li ser hilbijartina serokomarê nû û avakirina hikûmetê li hev bike, ji ber wê jî krîza siyasî li wî welatî dirêjtir bûye.