Li Stenbolê 5. festîvala boreka Kurdî hat sazkirin

Li Stenbolê bi mebesta nasîn û belavkirina çand û kelepora Kurdî 5emîn festîvala boreka Kurdî hat sazkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Stenbolê bi mebesta nasîn û belavkirina çand û kelepora Kurdî 5emîn festîvala boreka Kurdî hat sazkirin. Berpirsên festîvalê amaje kirin, hinek alî ji bo ku peyva Kurd bi kar neynin navê xwarina navdar a Kurdan bi navên cuda bi lêv dikin, ew ji bo pêşî li vê yekê bigirin û xwedî li kultûra Kurdî derkevin vê festîvalê li dar dixin û dê her sal vê festîvalê saz bikin.

Li ser vê banga Kurdî ji bo xwarina navdar a boreka Kurdî ji biçûkan heya mezinan gelek kes ketin dorê û her diçû qelebalixa kesên li pey hev rêz dibûn mezintir dibûn.

Li Stenbolê di 5emîn festîvala boreka Kurdî de ji bo xwarina bi tehm a Kurdan ji çar aliyê bajêr gelek kes li hev kom bûn û têra xwe boreka navdar a Kurdan xwarin.

Komeleya "KAYY-DER" ango Komeleya Çandî Pêşketin, Alîkariya Civakî ya navçeyên Çêrme, Xorxol, Azarpêrt, Dep, Gêxî yên Çewlika Bakurê Kurdistanê bi mebesta nasîn û zindîkirina çand û kelepora Kurdî Festîvala Boreka Kurdî li dar xist û di festîvalê de nêzîkî 200 sinî borek li xelkê hatin belavkirin.

Hevserokê KAYY-DER Ahmet Tuzun ji K24ê re diyar kir: “Me cara ewil di sala 2016an de ev festîval saz kir. Armanca festîvala me ew e ku pişaftinên li ser vê kelepora Kurdî were şikandin. Hinek alî ji bo ku peyva Kurd bilêv nekin boreka Kurdî wek 'boreka karkeran, boreka qut' bi nav dikin. Lê navê wê resen û yê rast Boreka Kurdî ye. Dema Osmaniyan Kurdên Çewlikî vê borekê çêdikin û li her aliyê welat belav dikin. Niha li Stenbolê 4 hezar dikandar hene ku vî karî dikin. Em jî bi vê festîvalê xwedî li kultûra Kurd derdikevin û em ê her sal bi rêk û pêk vê festîvalê saz bikin.”

Beşdarên eleqeyeke mezin nîşanî festîvalê dan bi xwarina boreka Kurdî dilxweş bûn.

Welatiya bi navê Zeyneb Kuloglu diyar kir: “Ev mihrîcana Boreka Kurdî ye. Boreka Kurdî mîrasa bav û kalên me ne. Ji bav û kalen me ji me ra hatiye hiştin em jî dixwazin bi zar û zêçên xwe bidin nasîn da ku neyê jibîrkirin. Em xwediyê nav û şana xwe ne.”

Hosteyê Boreka Kurdî Azîz Enîlufem destnîşan kir: “Mezintirîn taybetmendiya boreka Kurdî ew e ku xwezayî ye. Ji bo çêkirina boreka Kurdî em ar, xwêy û av tenê van her sêyan bi kar tînin.”

Beşdarekî festîvalê jî dibêje: “Boreka Kurdî kultûra me ye û kutûreke girîng a Kurdan e. Lê li Stenbolê gelek kes, ji bo peyva Kurd bi kar neynin, boreka Kurdî bi navên cuda yên wek ‘boreka karkeran, boreka qut’ bi nav dikin û em bi van gotinan aciz in. Ji bo navê wê resen baş were zanîn em beşdarî vê festîvalê dibin.”

Di festîvalê de li gel belavkirina boreka Kurdî, nivîskar bi pirtûkên xwe yên Kurdî, hunermend, şanoger bi hunera xwe amade bûn. Bi stranên Kurdî hin listîkên gelêrî bi kêf û coşeke mezin hatin leyîstin.

Di salên 1880an de Rengo Mihemed ê Çewlikî ji gundê xwe Gêxiyê berê xwe dide Stenbolê û li vir boreka Kurdî çêdike, piştî ku ev borek pir tê xwarin û ecibandin li gelek deverên Stenbolê bi hewl û xebatên gêncên Kurd dikanên boreka Kurdî tên vekirin, bi vî awayî heta roja îro ev borek tê çêkirin, bo nifşên bê tên veguhestin.