YE banka herî mezin a Rûsyayê ji sîstema SWIFT bêpar dike

Sberbank banka herî mezin a Rûsyayê ye, ku yek ji sê pişkên karûbarên darayî yên Rûsyayê kontrol dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – 27 welatên Yekîtiya Ewropayê li Lûtkeya Brukselê biryar dan, banka Sberbank ku banka herî mezin a Rûsyayê ye, ceza bikin û bankayê ji sîstema SWIFT bêpar bikin, ku nikaribe hawaleyên navdewletî encam bide.

Ajansa AFP ragihand, di çarçoveya şeşem qonaxa sizayên Ewropayê bi ser Moskowê de, li Lûtkeya Brukselê 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê biryara sizadana banka herî mezin a Rûsyayê da û ji sîstema SWIFT bêpar kir, bi vê yekê ew banka nikare hawaleyên navdewletî encam bide û karûbarên xwe yên bazirganiyê birêve bibe.

Sberbank banka herî mezin a Rûsyayê ye, ku yek ji sê pişkên karûbarên darayî yên Rûsyayê kontrol dike, bi sizadana wê bankê, Rûsya bêhtir ji karûbarên darayî dûr dikeve.