Li Tirkiyê bihayê elektrîkê ji sedî 15, bihayê gazê ji sedî 30 zêde bû

Bihayê elektrîka malan %15 û bihayê gazê %30 hat zêdekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê elektrîka malan %15 û bihayê gazê %30 hat zêdekirin.

Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) îro 1ê Hezîranê bihayên nû yên elektrîkê di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de belav kirin.

Li gor bihayên nû kîlovatek elektrîka malên di asta yekem de bû 129 hezar û 639 quruş û malên di asta bilind de bû 192 hezar û 797 quruşan.

Herwiha kîlovatek elektrîka kargehên di asta yekem de derket 208 hezar û 915 quruş û kargehên di asta bilind de derket 278 hezar û 9 quruşan.

Bi vî awayî bihayê elektrîka malan %15 û bihayê elektrîka pîşesazî û kargehan %25 hat zêdekirin.

BIHAYÊ GAZA SIRÛŞTÎ JÎ ZÊDE BÛ

Li aliyê din, bihayê gaza ji bo malan tê bikaranîn %30 û bihayê gaza di pîşesaziyê de tê bikaranîn %40 hat zêdekirin.

Saziya gazê BOTAŞê, bihayên meha Hezîranê yên gaza ji bo mal, pîşesazî û berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn nû kir.

Li gor bihayên nû bihayê gaza ji bo malan tê bikaranîn %30, bihayê gaza di pîşesaziyê de tê bikar anîn %40 û bihayê gaza ji bo berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn %17 hat zêdekirin.