Li Diyarbekirê bijîşk ji ber germahiya bilind hişyariyê didin

Li Diyarbekirê hewa ji nişka ve germ bû û pileya germê derket ser 35 pileyê û li ser vê yekê bijîşkan hişyarî da ku welatî divê rojane navbera 2.5 - 3 lître avê vexwin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê hewa ji nişka ve germ bû û pileya germê derket ser 35 pileyê û li ser vê yekê bijîşkan hişyarî da ku welatî divê rojane navbera 2.5 - 3 lître avê vexwin û herwiha Parêzgariya Diyarbekir jî hişyarî da ku nexweşên kronîk û zarok  bila navbera demjimêr 11.00 û 16.00ê de ji malê dernekevin.

Li Bakurê Kurdistanê piştî zivistana dijwar di gelek bajaran de vê carê germahiyek giran heye. Li Diyarbekirê di nava 4 rojan de pileya germê 7 pile zêde bû û pileya germe heta 37 pileyî jî berz bû û li ser vê yekê jî  bijişkan bal kêşandin ku ev yek dikare ser tendirustiya mirovan bibe gef ku bi teybetî jî kesên nexweşîna dil bi wan re hebe divê baldartir tevbigerin û her wiha divê di rewşên wisa de rojane 2.5 lt an jî 3 lt av were vexwarin.

Pisporê Nexweşînên Dil Bijîşk Serkan Akdag dibêje nexweşên dil divê germahiyên wisa bilind de dernekevin ber tavê û hay ji xwarin û vexwarina xwe jî hebin.

Serkan Akdag diyar kir: “Piştî zivistaneke giran, nişka ve em derbasî havînê bûn. Ev yek bo nexweşên dil cihê baldarbûnê ye. Ya herî girîng kêmbûna ava nava laş e. Divê em xwe bê av nehêlin.  Hevsengiya av, mineral û elektrolîtan girîng e. Divê em ber tavê nemînin, divê serê sibê an jî êvarê em bimeşin, divê xwarinên wek fastfood neyên xwarin, divê rûn were kêmkirin.”

Ji ber ku li navenda Diyarbekirê hewa ji nişka ve bi pileyek zêde germ bû ev yek bandor li welatiyan kir û gelek welatiyan berê xwe dan nav parkan an jî çûn ber Bircên Diyarbekirê yên dîrokî da ku hênik bibin. Yên ku bi malbatî jî berê xwe didin ber siya Bircên Diyarbekirê hene.

Welatiyekî diyar kir: “Hewa carekî de germ bû û em jî hatin ber siya darê.”

Herwiha welatiyek din jî dibêje: “Ev Bircên Diyarbekir ji kevirê qerejdaxê hatiye çêkirin, ji ber wê zû germ nabe û hênik dimîne.”

Welatiyekî jî got: “Mal germ e em hatin parqê ji bo ku bêhna zarokan jî fireh bibe.”

Li gorî daneyan di 95 salên dawî de li Diyarbekirê Gulana herî germ îsal bû û Parêzgeriya Diyarbekir jî hişyariyek ragihand ku ji 1ê Hezîranê heta 5ê hezîranê dê pileya germe di navbera 36 û 40 pile de be ku bila nexweşên kronîk û zarok navbera demjimêr 11.00 û 16.00ê de dernekevin derve.