"Kerkûk kirine serbazgeheke mezin"

Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfan Kerkûkî di civîneke çapemeniyê de dijayetiya xwe ji bo biryareke Dadgeha Kerkûkê nîşan da.

Hewlêr (K24) – Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfan Kerkûkî di civîneke çapemeniyê de dijayetiya xwe ji bo biryareke Dadgeha Kerkûkê nîşan da û ragihand, hikmê leşkerî li Kerkûkê heye û bajar kirine serbazgeheke mezin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, li ofîsa Îrfan Kerkûkî, li dîwana parêzgariya Kerkûkê hejmarek kelûpelên ofîsa wî li wir bûn. Dadgeha Kerkûkê biryarek derbarê wan kelûpelan de derxist.

Îrfan Kerkûkî dijayetiya xwe ji bo biryarê nîşan da û got: “Ew kelûpelên min ji aliyê karmendên ofîsê ve hatibûn wergirtin û wan kelûpel radestî xezîneyê kirin, lê belê ew dixwazin ez biçim ber destê wan.”

Herwiha rexne li rewşa Kerkûkê girt û got: “Rewşa Kerkûkê xirab e û Heşda Şeibî bajar kiriye serbazgeheke mezin û hikmê medenî li bajêr tune ye, tiştê heye hikmê leşkerî ye.”

Îrfan Kerkûkî ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî daxwaz kir, biçin hawara Kerkûkê û got: “Tiştê niha rûdide, ji yasa û hikmê medenî dûr e.”

Dadgeha Kerkûkê biryar daye, Serokê Partiya Gelê Tirkmen bi 15 sal zindanîkirinê were cezakirin.