Rûsyayê sîstema berevaniya esmanî li Balafirgeha Qamişlo bi cih kir

Hêzên Rûsyayê sîstema berevaniya esmanî ya cûreya Pantsir-S1 li Balafirgeha Qamişlo bi cih kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, hêzên Rûsyayê sîstema berevaniya esmanî ya cûreya Pantsir-S1 li Balafirgeha Qamişlo bi cih kir.

Li gor ragihandina Rewangeha Sûrî, ev çend roj in bi awayekî berdewam helîkopterên artêşa Rûsyayê li esmanê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê difirin.

Ev pêngava Rûsyayê di demekê de ye ku çend roj in Tirkiye bi awayekî berdewam gefa destpêkirina operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê dixwe.