Aliyên siyasî bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî û Plasschaert dicivin

Di civînê de guftûgo derbarê encamdana hilbijartinên Kurdistanê de tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e di 9ê Hezîranê de nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bicivin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Roja Pêncşema bê, (9ê Hezîrana 2022an), aliyên siyasî yên sereke yên Kurdistanê li cem Serokê Herêmê, bi beşdariya Plasschaert dê civîneke din bikin, li wir dê derbarê encamdana hilbijartinên bê de li ser xalên hevbeş biaxivin.

Got jî: “Eger îrade hebe û em gavên ji bo aktîvkirina komisyonê bavêjin, em ê bikarin roka 1ê Cotmeha îsal komisyonên aktîv bikin, eger di warê teknîkî de jî nehat kirin, hilbijartin dikare ji bo demeke kurd bê paşxistin, lê belê pêwîst e em hemû hewl bidin ku hilbijartin neyê paşxistin, ji ber ku paşxistina hilbijartinan ji bo navê Herêma Kurdistanê û proseya siyasî û demokrasiyê ne guncaw e.”

Hemin Hewramî ragihand jî: “Hemû ew 16 firaksiyonên li Parlamentoya Kurdistanê ne, bi dengê xelkê hatine, xelkê Kurdistanê nûnerên xwe ji bo 4 salan diyar kirin, ji ber wê divê careke din vegerin xelkê ku dê deng bidin çi hêz û aliyan.”