Ozçelîk: Pêwîst e PYNK û ENKS li Rojavayê Kurdistanê li hev bikin

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustefa Ozçelîk: PKK rê ji Tirkiyê re xweş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustefa Ozçelîk radigihîne, “Li Rojavayê Kurdistanê eger Tev-Dem û ENKSê rêkeftina Duhokê ya 2014an bi cih anîbana, dewleta Tirkiyê dê nekarîba bi hêsanî derbasî herêmên Rojava biba.”

Serokê Giştî yê PAKê Mustefa Ozçelîk derbarê gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, “Tirkiye bi erêkirina Rûsyayê Efrîn dagîr kir û bi erêkirina Amerîka Serê Kaniyê û Girê Sipî dagîr kir, vê carê jî Tirkiye bê erêkirina Amerîka û Rûsyê, Tirkiye nikare ti operasyoneke din li Rojavayê Kurdistanê bike.”

Ozçelîk got jî: “Tirkiye niha dibêje ew ê Til Rifat û Minbicê bigire, ev herêm jî hêzên Rûsî lê ne û pêwîstiya wê bi erêkirina wî welatî heye.”

Destnîşan kir ku Tirkiye dibêje ew ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi qasî 30 kîlometro karîdora ewlekariyê pêk bîne. Erdogan bi zelalî gotiye ku ew nahêlin wek çawa Herêma Kurdistanê ava bûye, heman tişt li Rojavayê Kurdistanê jî dubare bibe.

Serokê Giştî yê PAKê da zanîn: “Tirkiye niha şerê li Ukraynayê û pirsa endametîbûna Swêd û Finlandayê derfet ji xwe re dibîne ku bazarê bi NATO û Amerîka re bike.”

Ozçelîk amaje bi helwestên partiyên opozîsyona Tirkiyê kir û got: “Erdogan hêza xwe ji her 6 partiyên opozîsyonê werdigire û CHP di serî de. Di siyaseta giştî ya li dijî Kurdan de, partiyên Tifaqa Cumhur û partiyên Tifaqa Milet hema hema wek hev difikirin.”

Got jî: “Di 5 – 6 salên dawiyê de, li Tirkiyê kî behsa Kurdan û mafên Kurdan bike, bi tometa teror û PKKê doz li hember wan tên vekirin. Wek mînak min di dema referandûma serxwebûna Kurditanê de me gelek xebatên piştgîtiyê jê re kirin, di derheqê min de doz bi tometa piştevaniya PKK û KCK doz hat vekirin.”

Serokê Giştî yê PAKê amaje bi siyaseta PKKê li Başûrê Kurdistanê kir û got: “Li Başûrê Kurdistanê, PKK bi siyaseta xwe ya xelet, rê ji Tirkiyê re xweş kir ku êrîş bike. PKK dibêje ez îdareya herêma medyayê dikin û niha ji gelek deverên wê jî vekişiya ye û Tirkiyê ew dever dagîr kirine. Li şûna vê yekê, eger PKK ew dever radestî Herêma Kurdistanê û hikûmet û parlamentoya Kurdistanê bikirina, dewleta Tirkiyê dê nekarîba bi vê hêsaniyê derbas biba.”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Ozçelîk got: “Li Rojavayê Kurdistanê eger Tev-Dem û ENKSê rêkeftina Duhokê ya 2014an bi cih anîbana, dewleta Tirkiyê dîsa dê nekarîba bi hêsanî derbasî herêmên Rojava biba. Lê niha dewleta Tirkiye niha dibêje, ez ê rê li ber statuya Rojavayê Kurdistanê bigirim, demografiya wê biguhêrim û karîdora ewlekariyê ava bikim.”

Ozçelîk tekezî li wê yekê kir û got: “Îro jî hîn dem ne dereng e. Eger PYNK û ENKS li ser îdareyeke hevbeş a leşkerî, siyasî, aborî û dîplomasî hev bikin, vegerin rêkeftina Duhokê û hêzên xwe bikin yek û wek aliyekî tevbigerin, Amerîka û Rûsya jî di hesabê wê bikin û destê Tirkiyê jî dê gelekî lawaz be.”