Plasschaert li Şamê li ser mijara kampa Holê gotûbêjan dike

Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Plasschaert ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Plasschaert, ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, çend dosya gotûbêj kirin, bi taybetî yên girêdayî Iraqiyên ku li kampên Sûriyê dimînin.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” diyar kir, Plasschaert û Miqdad  îro li Şamê rêbazên hevkariyê di hemû waran de, di serî de alîkariyên mirovî û şert û mercên kampan û bi taybetî kampa Holê gotûbêj kirin.

Destnîşan kir jî, Miqdad tekezî li ser pêwîstiya dûrxistina karên mirovî ji siyasetkirin û standartên dualî kir û got ku divê Netewên Yekgirtî û hemû welatên ku welatiyên wan di kampan de hene ji bo vegerandina wan, hevahengî ligel Hikûmeta Sûriyê bikin.

Ajansa SANA diyar kir, Blackshart pêzanîna xwe ji bo hevkariya ku Sûriyê ji bo girtina kampan bi taybetî yên ku li ser sînorê Sûriye-Iraqê ne, nîşan da.

Li gorî SANAyê, berpirsa Netewên Yekgirtî amadebûna xwe ji bo karkirina bi hemahengî ligel hikûmetên Sûriyê û Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên Iraqî bi taybet zarok û jinan li kampa Holê ne, nîşan da.