Putîn: Eger Amerîka mûşekên dûravêj bide Kîevê em ê li armancên nû bidin

Putin: Armanca welatên rojava ji şandina mûşekan dûravêj bo Ukraynayê, dirêjkirina şer e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn got, eger Amerîka mûşekên dûravêj bide Ukraynayê, Rûsya dê li armancên nû bide.

Putîn di hevpeyvîneke telefizyonî de got: “Eger mûşekên bi vî rengî ji bo Ukraynayê bên dayîn, Em ê li armancên nû bidin.”

Putin got jî: “Armanc ji şandina van mûşekan wisa xuya ye, ji bo dirêjkirina şer e” Lê di heman demê de wî tekez kir, hewlên welatên rojavayî yên dayîna mûşekên dûravêj bo Ukraynayê, dê tiştekî li meydana şer neguherîne.

Serokê Rûsyayê diyar nekir ku ew ê li çi armancan bidin, eger welatên rojava dest bi dayîna mûşekên dûravêj bo Ukraynayê bikin.

Demek e Kîev hewl dide ku sîstema mûşekên dûravêj, yên mîna M-270 û M-142 Himars bi dest bixe, da ku li hêz û depoyên çekan ên Rûsyayê bidin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden vê hefteyê plana dayîna sîstema mûşekî ya Himars ji bo Ukraynayê ragihand, piştî ku garantî ji Kîev wergirt ku ew ê wan ji bo lêdana armancên li hundurê Rûsyayê bikar neynin.