Ahmet Davutoglu li Diyarbekirê beşdarî civîna 'Pirsa Kurd' dibe

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di 11’ê Hezîranê de li Diyarbekirê beşdarî komcivîneke bi navê “Avakirina Pêşeroja Xwe ya Demokratîk: Pirsa Kurd” dibe.
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di 11’ê Hezîranê de li Diyarbekirê beşdarî komcivîneke bi navê “Avakirina Pêşeroja Xwe ya Demokratîk: Pirsa Kurd” dibe.

Ji aliyê Partiya Pêşerojê ve hat ragihandin ku li Diyarbekirê ji aliyê Serokatiya Lêkolîn Bipêşxistin û Înformatîk a Partiya Pêşerojê ve, bi beşdariya Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser demokrasî û di pêşerojê de çareseriya pirsa Kurd civînekî tê lidar xistin.

Hêjayî gotinê ye ku bi nêzîkbûna hilbijartinên 2023’an re, partiyên siyasî yên li Tirkiyê, li bajarên Bakur bernameyên cuda li dar dixin û beşdarî bernameyên li bajarên Bakur dibin.