Wezareta Pêşmerge: Em pêwendiyên xwe ligel Artêşa Iraqê bihêztir dikin

"Gotûbêjeke berhemdar li ser hemû proseyên çaksazî, rahênan, perwerde û rêkxistina hêzan û projeyên pêşniyarkirî hat kirin."

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê eşkere kir, pêwendiyên xwe ligel Bexda û Artêşa Iraqê bihêztir dikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, îro sêşemê 7ê Hezîrana 2022yan, di çarçoveya du civînên cuda de Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ligel Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hevpeymanan yê li Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Berevaniyê yê Bilind yê Brîtanyayê bo Wezareta Pêşmerge, li Hewlêrê civiyan.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, gotûbêjeke berhemdar li ser hemû proseyên çaksazî, rahênan, perwerde û rêkxistina hêzan û projeyên pêşniyarkirî hat kirin.

Herwiha hat eşkerekirin ku pêwendiyên Wezareta Pêşmerge yên ligel Bexda û Artêşa Iraqê bihêztir dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Wezîrê Pêşmerge tekezî li ser berdewamiya hevahengî û hevkariyan di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kiriye.