Wezîrê Derve yê Rûsyayê li Enqerê ye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Enqereya paytexta Tirkiyê kir.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Enqereya paytexta Tirkiyê kir.

Ajansa AFP ragihand, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo gotûbêjkirina rêya hinardekirina genimê Ukraynayê bo welatên cîhanê, gihîşte Enqerê.

Hat eşkerekirin ku sibe çarşemê 8ê Hezîrana 2022yan, Sergey Lavrov dê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bicive.