Serkirdeyeke jinên DAIŞê li Amerîka tê dadgehkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Dadê ya Amerîkî roja Sêşemê ragihand, welatiyeke jin a ku bi “serkêşiya tabûrên jinan di nav DAIŞê de, plansaziya êrîşan li dijî Amerîka û piştgiriya madî ji rêxistineke terorîst re” tê tohmetbarkirin, li wan tometan mikur hat.
Welatiya Amerîkî Alison Flocke-Ekren a 42 salî, li xwe mikur hat ku wê perwerdeya leşkerî daye zêdetirî 100 jin û keçên ku hin ji wan di navbera 10 û 11 saliyê de bûn û wê ew fêrî bikaranîna çek û kemberên teqemeniyê kirin.
Flocke-Ecrin di meha Çileya borî de ji Sûriyê hat bo Amerîka hat veguhestin û li pêş dadwereke federal li Îskenderiye ya wîlayeta Virginia li tometên xwe mikur hat.
Alison Flocke-Ekren dê di 25’ê Cotmehê de bê cezakirin û heta 20 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.
Alison Flocke-Ekren sala 2008an ligel hevjînê xwe ji Kansas çûbû Misrê, sala 2011an çûn Lîbyayê û sala 2012an derbasî Sûriyê bûbûn.
Di sala 2016an de, hevjînê wê di encama bombebaranekê de hat kuştin û çend meh şûnda ew dîsa bi çekdarekî DAIŞê yê Bengladeşî re zewicî pisporê êrîşên firokeyên bê firokevan bû.
Heta niha nayê zanîn ku piştî têkçûna DAIŞê li Sûriyê, çi hat serê wê û çawa hate girtin.