PAK, PSK, TDK-TEVGER: Em hişmendîya dagirker û nîjadperest a rêzefîlma ATVyê rûreş dikin

PAK, PSK, TDK-Tevger
PAK, PSK, TDK-Tevger

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) nerazîbûna xwe li hember rêzefîlma ya bi navê “Yalniz Kurt”, ango “Gurê Bitenê” ya ATV nîşan da û ragihand, ew helwesta dagirker, nîjadperest û dijmintîya miletê Kurd a ATVyê û berpirsên vê rêzefîlmê rûreş dikin.

Daxuyaniya PAK, PSK, TDK-TEVGER:

Di beşeke rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’, ango ‘Gurê Bitenê’ ya ATV ya ku li Tirkîyeyê weşanê dike da, qaşo kesekî Tirk di dadgeheke Herêma Kurdistanê da tê darizandin. Di wê dadgehê da jî Ala Kurdistanê û wêneyê Birêz Serok Mesûd Barzanî hatine bikaranîn.

Di wê rêzefîlmê da, bi awayekî eşkere heqareteke mezin li Dadgeha Kurdistanê û li Rêveberiya Herêma Kurdistanê hatîye kirin. Herweha di wê rêzefîlmê da Kerkûk, Mûsil, Hewlêr û hemû erdnîgariya Herêma Kurdistanê jî wek beşeke ji Tirkîyeyê tê nîşandan û tê gotin ku heger Amerîka destê xwe ji wan deran bikişînin, ew dê wan herêman ji wan bistînin û bi ser Tirkiyeyê ve bikin.

Cîgirê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Birêz Salar Osman got ‘’Em ê li ser mijarê lêkolînê bikin û bersivê bidin.”.

Dewleta Tirkîyeyê ya bi desthilatdarîya AK Partîyê, bi taybetî di van 6 salên dawî da, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, sîyaseteke li ser dijayetî û dijminatîya kurdan dimeşîne. Ev heqaret û êrîşa ku di rêzefîlma ATVyê da hatîye kirin jî nîşana wê yekê ye ku , hinek nîjadperest û şowenên Tirk dikarin vê sîyaseta li ser dijminatîya kurdan bigihêjînin astên gelek metirsîdar.

Em wek PAK, PSK, TDK-TEVGER vê helwesta dagirker, nîjadperest û dijmintîya miletê Kurd a ATVyê û berpirsên vê rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’, ango ‘Gurê Bitenê’ yê rûreş dikin.

Em bangî Baroyên Bakurê Kurdistanê dikin da ku ji bo ev rêzefîlm bê qedexe kirin û di derbarê wan de doz were vekirin demildest gavên pêwîst bavêjin.

Parlamento, Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî divê vê rêzefîlmê protesto bikin û ji Dewleta Tirkîyeyê jî daxwaz bikin da ku berpirsên vê rêzefîlmê bêne cezakirin.