Hakim Zamilî: Eger Tirkiye û Îran avê bernedin em ê kelûpelên wan boykot bikin

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Hakim Zamilî gefê li Tirkiye û Îranê dixwe.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Hakim Zamilî gefê li Tirkiye û Îranê dixwe û dibêje, eger di girtina avê de berdewam bin, ew ê Tirkiye û Îranê ji bazirganiya 20 milyar Dolar bêpar bikin.

Hakim Zamilî ku serkirdeyekî diyar ê Tevgera Sedir e, ragihand; eger Tirkiye û Îran di girtina avê de berdewam bin, ew ê kelûpelên wan boykot bikin.

Zamilî eşkere kir, Tirkiyê bi rêya ji sedî 80 û Îran ji sedî 100 avê li ser Iraqê girtine, eger ev rewş berdewam be, ew ê li dijî kelûpel û alavên van herdu welatan boykotê ragihînin.

Wezareta Çavkaniyê Avê ya Iraqê bi awayekî berdewam ji Tehran û Enqerê daxwaz dike ku avê bo Iraqê berdin.

Li gor amaran, rêjeya nişteciyên Iraqê 40 milyon kes e û welatiyên Iraqê 71 milyar metre ducar av bi kar tînin û asta avê jî bi awayekî berdewam kêm dibe.