Serok Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Serwerî rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Hezîranê pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Serwerî kir ku ji Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Serwerî Xemîs Xencer pêk hatibû.
Di hevdîtinê de, her du aliyan guftûgo derbarê dawî pêşhatên di nava proseya siyasî ya Iraqê de kirin.