Şandeke bilind a YNKê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir

Şanda YNKê tekezî li piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serxistina karnameya çaksaziyê û berevanîkirina li maf û destkeftên gelê Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro 11ê Hezîrana 2022an pêşwazî li şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Serokê YNKê Bafil Talebanî kir.

Di hevdîtinê de ku Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed amade bû, tekezî li girîngiya piştevanî û piştgîriya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karnameya çaksaziyê hate kirin bi arasteya zêdetir xizmetkirina welatiyan.

Di civînê de, çareserkirina pirsgirêkan hat guftûgokirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê karnameyeke wê ya çaksaziyê ya hevbeş heye ku ya hemû aliyên beşdarî di hikûmetê de ye û pêwîst e ew wek yek tîm û bi hevkarî û piştevaniya hemû aliyên Kurdistanî, kar ji bo cibicîkirina wê karnameyê û xizmetkirina welatiyan li seranserî Herêma Kurdistanê bikin.

Şanda YNKê tekezî li piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serxistina karnameya çaksaziyê û berevanîkirina li maf û destkeftên gelê Kurdistanê kir.