Rûsya sozekê dide HSDê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hesekê serkirdeyên Rûsî ligel Fermandarê Giştî yê HSDê civiyan û behsa egera destpêkirina operasyona nû ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê kirin. Li gor jêderên nefermî yên K24ê, serkirdeyên Rûsî di civînê de ji HSDê xwestiye ku ew xwerabigirin û ew ê alîkariya wan bikin, ji bo wan navçeyên ku berî du salan ji aliyê Tirkiyê ve hatine kontrolkirin vegerînin. HSDê jî daxwaz ji Rûsyayê kiriye, qada asmanî ya Sûriyê ji Tirkiyê re veneke.

Tirkiye hewl dide sûdê ji aloziya Ukraynayê bibîne û Rûsyayê bi destpêkirina opersyoneke xwe ya li dijî HSDê razî bike. Lê li gorî konferasa rojnamevanî ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê ligel hevtayê yê Rûsî Sergey Lavrov, diyar bû ku her du alî negihîştine ti rêkeftinekê.

Di konferansa rojnamevanî ya li Enqerê de, Lavrov piştevaniya xwe ji bo destpêkirina operasyona Tirkiyê ya li dijî HSDê nîşan neda. Berûvajî wê, Lavrov tekezî li ser derencamên rêkeftina Sochi û pêwîstiya cibicîkirina wê kir ku ew rêkeftin, rawestandina operasyonên leşkerî û avakirina navçeyeke bêçek li xwe digire.

Di heman roja serdana Lavrov bo Enqerê de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdê li baregaha HSDê ya li Hesekê, ligel şandeke Rûsî civiyabû û gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hatin guftûgokirin.

Li gor jêderên taybet ên K24ê, şanda Rûsî ji HSDê re gotiye ku bila ew xwerabigirin û ew ê jî alîkariya wan bikin ji bo tevahiya navçeyên ku Tirkiyê berî du salan kontrol kirine (Serê Kaniyê û Girê Sipî) vegerînin. Di bersivê de jî HSDê ji Rûsyayê dazwaz kiriye ku qada asmanî li pêş firokeyên Tirkiye veneke û hêzên wan ji bo şer û berevanîkirinê amade ne.

Her di vê çarçoveyê de jî, Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de ligel kanela “RT” a Rûsî de ragihand, Sûriye li ser asta fermî û cemawerî dê rûbirûyî her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê bibe.

Ev daxuyaniya Esed di demekê de ye, artêşa Sûriyê hêz ji bo Minbic û Til Rifet şandiye û her wiha firîn û tevgera helîkopterên Rûsî jî li asmanê Til Rifetê zêde bûne.