Çavuşoglu serdana Diyarbekir û Çewlikê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu îro û sibe serdana Diyarbekir û Çewlikê dike.
Li gor agahiyan, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu dê îro 13 Hezîranê danê êvarê bigihê Diyarbekirê û serdana malbatên ku li ber deriyê avahiya HDPê nobet digirin bike û piştre jî bi ciwanan re civînek lidar bixe û serdana dikandarên li nav sûrê bike.
Herw wiha Çavuşoglu dê sibe li Diyarbekirê serdana leşker û hêzên ewlehiya Tirkiyê dike.
Biryar e jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê dê sibe 14’ê Hezîranê di demjimêr 10:0an de jî serdana Çewlikê bike.