Îsraîl ji welatiyên xwe daxwaz dike ku ji Stenbolê derkevin

Li gor daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid îhtîmal heye ku grûbeke bi ser Îranê ve êrîş li welatiyên Îsraîlê yên li Stenbolê pêk bîne.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid

Stenbol (K24) - Îsraîlê bang li welatiyên xwe yên li Stenbolê kir ku bajar bi cih bihêlin û ji bajêr derkevin.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid îhtîmal heye ku grûbeke bi ser Îranê ve êrîş li welatiyên Îsraîlê yên li Stenbolê pêk bîne.

Di daxuyaniyê de Yair Lapid diyar kir: “Piştî çendîn hewldanên Îranê ji bo encamda 'êrîşa terorîstî' li dijî welatiyên Îsraîlê yên li Tirkiyê bêhvedana xwe dikin, em ji welatiyên Îsraîlê daxwaz dikin, ji bilî rewşên gelek pêwîst, geşta Stenbol an jî Tirkiyê nekin.”

Yair Lapid ji welatiyên Îsraîlê daxwaz kir: “Demildest wî welatî bi cih bihêlin û vegerin welatê xwe.”

Ev di demekê de ye ku duh Îsraîlê pûçkirina êrîşeke Îranê li Tirkiyê ragihand û medyaya Îsraîlê diyar kir, Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Îsraîlê eşkere kiriye ku Îran hewl dide li dijî welatiyên Îsraîlê yên li Tirkiyê êrîşan encam bide.