Li Hewlêrê 138 bîrên avê tên kolandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya rûniştvanên Hewlêrê, zêdetir ji 7 milyar Dînar ji bo kolandina 138 bîr terxan kiriye. Heta niha 40 bîr hatine kolandin.

Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê yê Herêma Kurdistanê Arî Ehmed got: “Di werzê Havînê ya îsal de dê kêmbûneke mezin a avê çêbibe. Daxwaza avê zêde dibe. di heman demê de jî, daxwaza elektirîkê jî zêde dibe û dabînkirina elektirîkê li bajaran kêm dibe.”

Parêzgeha Hewlêrê ji hemû deverên din zêdetir tûşî kêmbûna avê bûye, tenê di nava îsal de nêzîkî 300 bîrên avê li tevahiya parêzgehê hişk bûne. Ji ber vê yekê jî Parêzgariya Hewlêrê ji bo kêmkirina bandorên nerênî yên kêmbûna avê, planên taybet amade kirine.

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir jî got: “Du planên hikûmetê hene. Plana niha, planeke awarte ye û pêwîst e karê kolandina bîrên zû were cîbicîkirin. Planeke me ya demdirêj jî heye, ji bo em pirsgirêkê bi yekcarî çareser bikin û ji bo cîbicîkirina wê jî gelek pere pêwîst in.”

Ji bo kêmkirina bandora hişkesalî û kêmbûna avê, kabîneya nehem a hikûmetê zêdetir ji 7 milyar Dînar ji bo kolandina 138 bîran terxan kiriye. Heta niha jî 40 bîr hatine kolandin.