Li Hewlêrê dronek li stûneke înternetê ket

Dije Terora Kurdistanê ragihand, li gundê Girdcotyar yê ser bi navçeya Enkawa ya parêzgeha Hewlêrê, droneke çavdêriyê li stûna înternetê ket û stûn têk bir.
Kelha Hewlêrê
Kelha Hewlêrê

Hewlêr (K24) – Dije Terora Kurdistanê ragihand, li gundê Girdcotyar yê ser bi navçeya Enkawa ya parêzgeha Hewlêrê, droneke çavdêriyê li stûna înternetê ket û têk bir.

Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, îro çarşemê 15ê Hezîrana 2022yan piştî nîvro, li li gundê Girdcotyar yê ser bi navçeya Enkawa ya parêzgeha Hewlêrê, droneke çavdêriyê ya navxweyî ji ber xeletiyeke teknîkî, li stûneke xeta înternetê ket û siyan gihîşt stûnê.

Dije Terora Kurdistanê eşkere kir, li gor zanyariyan, ji ber ketina dronê ti ziyaneke giyanî derneketiye holê û ev bûyer cihê metirsiyê nîne.