Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend biryarên girîng dan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 15ê Hezîranê bi sertperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 15ê Hezîranê bi sertperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di beşa yekem a civînê de encama serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Dîwana Çavdêrî ya Darayî ya Federal a li Bexdayê taybet bi rapora tîma hevbeş a çavdêriya darayî ji aliyê Wezîrê Herêmê bi Karûbarên Danûstandinê ligel Hikûmeta Federal Xalid Şiwanî hat pêşkêşkirin.

Encûmena Wezîran berdewambûna danûstandin û gotûbêjên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêm û Bexdayê di çarçoveya destûrê de, helwesta xwe cardin anî ziman, Lijneya Danûstandin û Dîwana Çavdêrî ya Darayî ya Herêmê jî hat erkdarkirin ku civîn û gotûbêjên xwe bidomînin û ji bo vê mebestê jî, hevahengiyele pêwîst ligel fraksiyonên Kurdistanî bikin û tîma yasayî ya encûmenê jî hat erkdarkirin ku rêkarên pêwîst dest pê bikin ji bo dakokiya yasayî û destûrî ya maf û heqên Herêmê weke di destûrê de hatiye bicihkirin.

Piştre ji aliyê Serokê Fermangeha Hevahengî û Lipeyçûn û Sekreterê Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê Ebdulkerîm Xesrew ve, kurteyek li ser rapora hejmara 3 ya Encûmena Wezîran a li ser yasaya çaksaziyê hat pêşkêşkirin.

Biryar hat dayîn ku hefteya bê, her wezaretek li gor taybetmendiya xwe û bi hejmar û zanyariyên pêwîst, wan çaksaziyan eşkere bikin ku di çarçoveya yasaya çaksaziyê de li wezaret û fermangehên wan hatine encamdan, herwiha behsa bername û planên xwe yên bê yên li ser vê mijarê ji raya giştî re eşkere bikin, da ku xelkê Kurdistanê ji pêngavên Kabîneya Nehem a Hikûmetê di warê çaksaziyan de agahdar bin.

Di civînê de Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed li ser çareserkirina kêşeya mulkdariya xwişk û birayên Mesîhî, nivîsa xwe pêşkêş kir, ku çendîn biryar û pêşniyar di xwe de dihewîne. Serokê Encûmena Wezîran bal kişand ser wê yekê ku Hikûmeta Herêmê, berdewam dibe di parastin û dakokîkirina mafên hemû pêkhateyan de û di nav wan de jî welatiyên Mesîhî yên Herêmê, ku rêzgirtin û lêborîn û pêkvejiyan ji taybetmendiyên ciwan ên Herêma Kurdistanê ne û cihê şanaziyê ne.

Di dawiya civînê de Serokê Encûmena Wezîran, Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û aliyên pêwendîdar erkdar kir ku di demeke herî nêz de kêşeya giranbûna bihayê benzînê çareser bikin ku bargiraniyeke mezin li ser welatiyan dirust kiriye û hawirdekirina benzînê jî di çarçoveya rênimayên pêwîst de be.