Doskî: Hebûna PKKê li Şingalê bûye bargiraniyek li ser xelkê deverê

"Tirkiyê bêhtir ji hebûna çekan di destê PKKê de, îstîfade kiriye."
Çavdêrê Siyasî Xalid Ehmed Doskî
Çavdêrê Siyasî Xalid Ehmed Doskî

Hewlêr (K24) – Çavdêrê Siyasî Xalid Ehmed Doskî diyar dike, hebûna PKKê li Şingalê bûye bargiraniyek li ser xelkê deverê û dibêje, Tirkiyê bêhtir ji hebûna çekan di destê PKKê de îstîfade kiriye.

Xalid Ehmed Doskî ji bajarê Duhokê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û  li ser hebûna PKKê li Şingalê û metirsiya êrîşên Tirkiyê axivî.

Doskî diyar kir: “Hebûna PKKê li Şingalê û li Başûrê Kurdistanê bûye kêşeyek ku bargiraniyek li ser xelkê van deveran, bi dîtina min, tenê ji bo cîbicîkirina hinek ajendayên siyasî ye, çi xizmeta PKKê weke siyaset û stratejiyeke niştimanî, çi jî xizmeta PKKê bi xwe jî nake.”

Herwiha da zanîn: “Mixabin ev siyaseta heta niha, bûye belayek û serêşiyek bo tevahiya xelkê Kurdistanê û nebûye handerek bo ti pêşvebirina doza Kurdî li her parçeyekê ku destê PKKê gihiştiye.”

Çavdêrê Siyasî Xalid Ehmed Doskî destnîşan kir, çil salên şerê ku PKK li dijî Tirkiyê dike, têra wê yekê dike ku nirxandinek li ser vê qonaxê bikin û got: “Îro rewşa dinyayê hatiye guhertin, derfet heye siyaset bi rengî din bihête ajotin.”

Doskî diyar kir ku PKK heta niha nekariye ji vê ezmûnê sûdê werbigre, lê li hember wê, Tirkiyê bêhtir ji hebûna çekan di destê PKKê de îstîfade kiriye.

Herwiha destnîşan kir ku divê çek xizmeta siyasetê bike û got: “Lîderên çekdarên PKKê wisa nakin ku lîderên siyasî sûdê ji hebûna PKKê û ji taktîka bikaranîna çekan û îdarekirina ezmûna siyasî bibînin."