Tirkiye ji hevalbendên xwe dilgiran e

Rûsya operasyona plankirî ya Tirkiyê wê wek kiryareke neaqilane dibîne û Ewropa û Amerîka jî red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiyê dilgiraniya xwe li ser sînordarkirina operasyona xwe ya leşkerî ya plankirî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê nîşan da, ji ber ku duhî helwesta Rûsyayê derket holê û wê ew operasyon wek "kiryareke neaqilane" nirxand, herwiha Amerîka û Ewropayê jî operasyona wê red dikin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got: “Dema welatê wî di şerê li dijî terorê de pêngaveke nû diavêje yan jî plana operasyoneke nû dike, bi taybetî hinek ji hevalbendên me dilgiran dibin.”

Daxuyaniyên Çelîk piştî civîna Komîteya Navendî ya AK Partiyê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan şeva Sêşem/Çarşemê hat ku tê de helwestên welatên hevalbend û dostên Tirkiyê derbarê operasyona leşkerî ya ku Erdogan ragihandibû ku dê li Minbic û Tel Rifat be, hatin nirxandin.

Di wê derbarê de Berdevkê Yekitiya Ewropayê Luis Miguel Bowen ragihand, Yekîtiya Ewropayê derbarê operasyona plankirî ya li bakurê Sûriyê de ji Tirkiyê daxwaz dike xwe bigire û metirsiyên xwe bi riyên siyasî û dîplomasî çareser bike.

Her wiha Nûnerê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev duhî di destpêka danûstandinên Astaneyê de ragihand, Rûsya operasyona plankirî ya Tirkiyê li Sûriyê, wek karekî neaqilane dibîne, ji ber ku dibe sedema nearamiyê.

Berî wê jî, Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka Ned Price gotibû: “Em her karekî leşkerî li herêmê şermezar dikin û piştgirîya parastina hêlên agirbestê yên heyî dikin.”

Price got jî: “Em têdigihin nîgeraniyên Tirkiyê yên ewlekariyê yê rewa li ser sînorê wê yê başûr, lê her êrîşeke nû dê aramiya herêmê bêtir têk bibe û dê hêzên Amerîkî yên di bin sîwana hevpeymaniya li dijî DAIŞê de li wir in, bixe metirsiyê.”