UNICEFê kuştina zarokekî li Şingalê di êrîşa Tirkiyê ya li dijî baregeha PKKê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina UNICEFê kuştina zarokekî li Şingalê di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê li ser baregeheke PKKê de şermezar kir.

Di êrîşa asmanî ya Tirkiyê de ku duhî baregeheke PKKê li Şingalê kiribû armanc, zarokekî 12 salî û bapîrê wî hatibûn kuştin. Nûnerê UNICEF li Iraqê Mads Owen di daxuyaniyekê de ragihand: “UNICEF ji kuştina zarokekî 12 salî di êrîşa li navçeya Şingalê de şok bûye.”

Got jî: “UNICEF hemû kiryarên tundûtûjiyê yên li dijî zarokan şermezar dike û hevxemiya xwe ligel malbata wî zarokî nîşan dide. Divê zarok ti carî nebin qurbaniyên tundûtûjiyê.”

UNICEF bang li hemû aliyan dike ku erkên xwe yên li gorî yasayên navdewletî ji bo parastina zarokan bi cih bînin û got: Hemû zarok li Iraqê hêja ne ku bêyî gefên tundûtûjiyê bijîn.

Nûnerê UNICEF li Iraqê dibêje: “Berdewamiya bikaranîna çekan li navçeyên niştecihbûnê, ne tenê îro jiyana zarokan dixe metirsiyê, lê nifşên paşerojê jî dixe metirsiyê û divê ev yek were rawestandin.”