Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza nû ya Amerîka ya li Iraqê dike

Mesrûr Barzanî: Em Herêmeke federal û destûrî ne û divê li gor destûrê serederî bi Herêma Kurdistanê re were kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Hezîrana 2022an pêşwazî li Balyoza nû ya Amerîka ya li Iraqê Alina Romanowski kir.

Di hevîtinê de ku Konsulê Amerîka li Hewlêrê Robert Pallandino amade bû, Serokwezîr pîrozbahî li destbikarbûna balyoza nû ya Amerîka kir û hêviya serkeftinê di erkê wê de xwast ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê.

Piştre Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem yên di warê hemecurkirina aborî û çavkaniyên dahatê pêşkêş kir, bi arasteya avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz û geşkirina Herêma Kurdistanê di hemû aliyan de.

Di tewereke din a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de kir û tekezî li wê kir ku gelê Kurdistanê xwedî doz û mafên netewî û destûrî ne û pirsgirêkên ligel Bexdayê, tenê ne pirsa budce, neft û gazê ne, lê belê em Herêmeke federal û destûrî ne û divê li gor destûrê serederî bi Herêma Kurdistanê re were kirin.

Balyoza nû ya Amerîka pabendbûna welatê xwe bi piştevaniya Herêma Kurdistanê wek hevbeşeke giring a Amerîka û aramî, aştî û ewlehiya Iraqê dubare kir.

Balyoza Amerîka behsa wê kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê beşeke girîng in di siyaseta Amerîkayê de û tekezî li girîngiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir ku li gor daxwaza xelkê Iraqê û bê cudahî xizmeta tevahiya pêkhateyan bike û pêwendiyên wê yên baş jî bi civaka navdewletî re hebe.