Bihayê petrolê bo 119 Dolar bilind bû

Ji ber guvaşên daxwaz û pêşkêşkirinê, bihayê petrolê bilind bû.

Hewlêr (K24) – Ji ber guvaşên daxwaz û pêşkêşkirinê, bihayê petrolê bilind bû.

Li ser asta muameleyan, bihayê bermîlek petrola xav a Brent di girêbestên bê yên meha Tebaxê de bi rêjeya ji sedî 0.42, bo 119 Dolar bilind bû.

Bihayê bermîlek petrola rojavayê Teksasê jî di girêbestên bê yên meha Tîrmehê de bi rêjeya ji sedî 0.53, bo 115.92 bilind bû.