Belcîka 22 welatiyên xwe ji jin û zarokên DAIŞê ji kampên Rojava vedigerîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Belcîkayê 22 welatiyên xwe yên ji zarok û jinên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê vegerandin welatê xwe.

Ajansa “France Press” belav kir, Belcîkayê bi firokeyeke Wezareta Berevaniyê 16 zarok û 6 dayik ku endamên malbatên DAIŞê bûn û welatiyên Balcîkî ne, ji kampeke li bakurê rojhilatê Sûriyê vegeriya welatê xwe.

Di vê derbarê de tê payîn ku Serdozgeriya Federal a Belçîkayê li Brukselê di civîna çapemeniyê de agahiyên berfirehtir aşkere bike.

Hejmareke mezin ji malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê dimînin, bi taybet li Kampa Holê li bajarê Heseke. Li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî nêzîkî 60 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Rêvebiriya Xweser jî dibêje, pêwîstiya van malbatan bi destêwerdaneke navdewletî heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan webigirin.