Rojnamevanekî Rûsî xelata xwe ya Nobelê ji bo piştgiriya Ukraynayê difiroşe

Dmitry Muratov
Dmitry Muratov

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnamevanê Rûsî Dmitry Muratov xelata Nobelê ya ku sala borî wergirtibû, ji bo piştgiriya Ukraynayê firot.

Muratov, sernivîskarê rojnameya “Novaya Gazeta” ya serbixwe ye, duhî Duşemê li New Yorkê xelata xwe di mezadekê de ji bo piştgiriya zarokên ku ji ber şerê li Ukraynayê koçber bûne, bi 103.5 mîlyon Dolaran firot.

Saziya Heritage Auctions ku mezad organîze kiribû ragihand, Madalya (xelata Muratov) bi telefonê ji aliyê kesekî ku navê wî aşkere nekir hatiye kirîn.

Destnîşan kir jî, dahata ji mezadê hatiye, dê biçe ji rêxistina UNICEF re ji bo piştevaniya zarokên Ukraynî yên ji ber şer koçber bûne.

Muratov di sala 2021an de bi rojnamevana Fîlîpînî Maria Ressa re, ji ber "hewldanên wan ên ji bo parastina azadiya derbirînê" ji aliyê Komîteya Nobelê ve hatibû xelatkirin.

Rojnameya Muratov jî di meha Adarê de çalakiya xwe rawestand piştî ku Rûsyayê yasayek derxist ku dê cezayên giran ên girtîgehê li her kesê ku operasyona leşkerî ya Kremlin li Ukraynayê rexne bike, ferz bike.

Muratov û komek rojnamevanan di sala 1993an de piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê rojanmeya "Novaya Gazeta" damezrand. Îsal jî ew tekane rojname bû ku rexne li Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û polîtîkayên wî yên li hundur û derveyî welêt girtin.

Muratov di meha nîsana borî de, di trênê de rastî êrîşekê hat ku kesekî boyaxa ku bi asetonê tevlihevkirî avêtibû ser wî, di encamê de şewat di çavên wî de çêbûbû.

Ji sala 2000an vir ve, şeş rojnamevan û hevkarên Novaya Gazeta ji ber karên wan ên bi wê rojnameyê re hatin kuştin, di nav de rojnamevana Anna Politkovskaya bû ku Muratov dema xelata Nobelê wergirtibû, diyar wê kiribû.

Rojnamevanê navdar ê Rûsî di tomareke vîdyoyî de ku ji aliyê "Heritage Auction" ve hatiye weşandin de got: “Peyama herî girîng ya îro ew e, mirov têbigihin ku niha şerek diqewime û divê em alîkariya kesên mexdûr bikin.”