Daxwaza rakirina Parêzbendiya 10 parlementerên HDPê tê kirin

Enqere (K24) – 11 dosyeyên din yên daxwaza rakirina parêzbendiya 10 parlamenterên HDPê gihiştin Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê. Dosye, bi armanca lêkolîna destpêkê bo Komîsyona Dad û Destûrê hatin şandin.

11 dosyeyên daxwaza rakirina parêzbendiya 10 parlamenterên HDPê ku ji nava wan 9 parlamenter jin in, gihiştin Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê.

Dosyeyên hatine amadekirin dê di Komîsyona Dad û Destûrê ku di bin banê parlementoya Trkiyê de kar dike bê nirxandin. Ger Komîsyona Dad û Destûrê van dosyeyan pesend bike, di Komisyona Giştî ya Parlementoya Tirkiyê de ji bo rakirina parêzbeniya van 10 parlementerên HDPê dê dengdayîn bê kirin.

Parlamenterên jin yên HDPê ku daxwaza rakirina parêzbendiya wan tê kirin ev in:

Dilşad Canbaz Kaya, Ayşe Surucu, Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Şevîn Coşkun, Nûran Îmîr, Remzîye Tosun û Dersîm Dax.

Heta niha bi daxwaza rakirina parêzbendiya 59 parlamenterên HDPê, zedetirî hezar dosye ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê hatine şandin û parlamenteriya sê parlamenterên HDPê jî hatiye betalkirin.