HDP: Qeyûmê Êlihê peykerê Cegerxwîn rakir

Peykerê helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn ji aliyê qeyûmê Elihê ve hatiye rakirin.
Peykerê Cegerxwîn
Peykerê Cegerxwîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Peykerê helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn, ji aliyê qeyûmê Elihê ve hatiye rakirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, peykerê helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn ku di sala 2007an de li Parka Kî Ne Em hatibû danîn, ji aliyê qeyûmê Elihê ve hatiye rakirin.

HDPê rakirina peykerê Cegerxwîn ji aliyê qeyûmê Êlihê (Batman) ve, şermezar kir.

CEGERXWÎN KÎ YE?

Helbestvan Cegerxwîn di sala 1903yan de li gundê Hesarê yê ser bi navçeya Kercewsê ya Êlihê, ji dayîk bûye. Navê wî yê esil Şêxmûs e.

Seydayê Cegerxwîn waneyên ewil ji Mele Îbedilahê Kûlatî werdigire. Di heman demê de destûrnameya xwe ya seydatiyê jî ji wî werdigire. Li gelek deverên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê meletiyê dike. Gera wî ya li çar parçeyên Kurdistanê derfetê dide wî ku zaravayên Kurdî hîn bibe û bibe xwediyê ferhengeke dewlemend û Kurdewar.

Helbestkarê nemir di sala 1930yî de dest bi karê siyasetê dike, êdî giraniya xwe dide ser derd û kulên welat. Di avakirina hişmendiya Kurdewariyê de barekî girîng da ser milê xwe û bandoreke mezin li ser gelê Kurdistanê kir.

Cegerxwîn bi helbestên xwe, ne tenê bandor li gel û siyasetmedar û helbestkaran kir, di heman demê de bandoreke mezin li muzîka Kurdî jî kiriye.

Seydayê Cegerxwîn di 22yê Cotmeha 1984an de li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir.