Mesrûr Barzanî rayedarên hikûmetê ji bo alîkariya medyayê erkdar kir

Îro bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Îro bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî wezaret û rayedarên hikûmetê erkdar kir ku di dayîna zanyariyan de bêhtir alîkariya dezgehên ragihandinê bikin.

Li gor daxuyaniyê, di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişandiye ser dîdara xwe ya ligel dezgehên ragihandinê yên Kurdistanê û li ser vê mijarê wezaret û rayedarên hikûmetê raspart ku alîkariya zêdetir li dezgehên ragihandinê bikin û hêsankariya pêwîst ji bo wan pêşkêş bikin û bêhtir zanyarî û daxuyanî li ser kar û çalakiyên hikûmetê bidin dezgehên ragihandinê û bigihînin raya giştî ya Kurdistanê, ev jî beşek e ji bernameya hikûmetê ji aliyê şefafiyet û agahdarkirina raya giştî.

Piştre Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî tevî piştgirîkirina li gotinên Serokwezîr, pêşniyara aktîvkirina yasaya mafê bidestxistina zanyariyê li Herêma Kurdistanê ya bi hejmara 11 ya sala 2013an kir, ew jî bi rêya derkirina rênimayên hêsankariya cîbicîkirina yasayê ji aliyê Encûmena Wezîran ve, da ku bi awayekî sîstematîk, mijara dayîna zanyariyên dirust bo rojnamevan û welatiyan were rêkxistin.

Di civînê de, Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî raporteke berfireh li ser rêkarên Wezareta Tendirustiyê û wezaretên pêwendîdar ji bo rêlibergirtina zêdebûna nexweşiyên zikçûna tund û nexweşiya kolerayê û kontrolkirina wan pêşkêş kir, ku tê de amar û sedemên serîhildana vê nexweşiyê û amadekarî û rêkar û bersivdana wezareta xwe pêşkêş kir.

Encûmena Wezîran tevî spasî û destxweşiya li Wezareta Tendirustiyê ji bo kar û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo rûbirûbûna vê nexweşiyê, pêşniyarên raporta Wezîrê Tendirustiyê pesend kir û wezaret û aliyên pêwendîdar erkdar kir ji bo berdewambûna li ser rêkarên rêlibergirtina li zêdebûna vê nexweşiyê û çareserkirina çavkanî û sedemên vê nexweşiyê, bi taybetî paqijkirina çavkaniyên avê û hişyarkirina welatiyan li ser vê mijarê.

Piştre ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih ve, encama biryara civîna berê ya Encûmena Wezîran a li ser kêşeya benzînê hat pêşkêşkirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî destxweşiya li Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ji bo xebata wan a li ser daxistin û kontrolkirina bihayê sotemeniyê û parastina kalîteya wê, wezaret raspart ku berdewam bin li ser van rêkaran ji bo zêdekirina berhemên navxwe û kontrolkirina bihayê sotemeniyê.