“Ciwanên Şoreşger” zarokekî din ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” a ser bi Rêveberiya Xweser ve, zarokekî din ê Kurd li bajarê Helebê revand, da ku wî bikin çekdarekî wê rêveberiyê.

Jêderên xwecihî ji bajarê Helebê belav kirin, Tevgera Ciwanên Şoreşger duhî Çarşemê 22ê Hezîrana 2022an, li taxa Şêx Meqsûd a li Helebê, zarokê 14 salî Ehmed Heysem Cefo dema ji dibistana xwe (Dibistana Mîkaîl Naîma) derdiket, revand.

Ehmed Heysem Cafo, di sala 2008 de ji dayîk bûye, ji gundê Kurzela yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye.

Ev yek di demekê de ye, duhî keça ji bajarê Efrînê Hemrîn Hebeş ji K24ê re ragihandibû, Hêzeke ser bi Rêveberiya Xweser birayê wê ya 17 salî Mihemed Zekeriye Hebeş ji roja 13/6/2022an ve ji taxa Eşrefiyê ya Helebê ve revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Hemrîn Hebeş bi riya K24ê re bang rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar kir ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin ta ku çarenivîsa birayê wê diyar bikin.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn û di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hejmarek mezin ji Kurdên Efrînê lê bi cih bûne.