Birîndarekî din ê bombebarana Tirkiyê ya li Sinûnê canê xwe ji dest da

Îbrahîm Evdî Derwêş, yek ji wan kesan bû ku di bombebarana firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê de birîndar bûbû.
Îbrahîm Evdî Derwêş
Îbrahîm Evdî Derwêş

Hewlêr (K24) – Îbrahîm Evdî Derwêş, yek ji wan birîndarên bombebarana firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê, ku di 15ê vê mehê de li ser nahiya Sinûnê hat kirin, duh bi şev ji ber giraniya birîna xwe, li nexweşxaneyeke Mûsilê canê xwe ji dest da, tevî wî hejmara qurbaniyên êrîşê bû du kuştî û 5 birîndar.

Roja çarşemê 15ê Hezîrana 2022yan, baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li nahiya Sinûnê ya li qezaya Şingalê hat bombebarankirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê baregeha YBŞê ya li Sinûnê bombebaran kirine.

Ji aliyê xwe ve, Dije Terora Kurdistanê ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke çekdarên PKKê li nahiya Sinûnê li Şingalê bombebaran kir û bû sedema ziyanên canî û madî.

Piştî bombebaranê jî, nişteciyên Sinûnê çûn ber baregeh YBŞê ya li Şingalê û daxwaz kirin ku demildest ji cihên niştecîbûna welatiyan derkevin, ji ber ku hebûna baregehên wan bûye metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyên sivîl. Ji ber vê yekê jî alozî di navbera xelk û çekdarên YBŞê de derket.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ser bi PKKê ve ye û baregehên wê li çend navçeyên Şingalê hene û di dema borî de alozî di navbera wê û artêşa Iraqê de derketibû û bûbû sedema koçberbûna hejmareke mezin ya xelkê ber bi Duhokê ve.

Dema bombebarana firokeyên Tirkiyê ya li Sinûnê