NY: Şîrîn Ebû Aqileh bi teqeya hêzên Îsraîlê hatiye kuştin

Berdevkê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî Ravya Şemedsanî ragihand, rojnamevana Filistînî Şîrîn Ebû Aqileh bi teqeya hêzên Îsraîlê, bi qestî hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî Ravya Şemedsanî ragihand, rojnamevana Filistînî Şîrîn Ebû Aqileh bi teqeya hêzên Îsraîlê, bi qestî hatiye kuştin.

Ravya Şemedsanî li Cinêvê di civîneke çapemeniyê de eşkere kir, peyamnêra kanala Aljazeera Şîrîn Ebû Aqileh, bi gulleya aliyê Îsraîlê hat kuştin û kuştina wê bi qestî bûye.

Beriya niha kanala Aljazeera û desthilatdarên Filistînê berpirsyariya kuştina Şîrîn Ebû Aqileh xistibû stûyê Îsraîlê, lê belê artêşa Îsraîlê di wê baweriyê de bû ku Ebû Aqileh bi gulleya çekdarên Filistînê hatiye kuştin, ev yek ji aliyê desthilata Filistînê ve hatibû redkirin.