Erdogan: Divê Swêd gavên pêwîst li dijî PKKê bavêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiye ji Swêdê dixwaze helwesta xwe li hember PKK û YPG bi awayekî kirdarî biguherîne.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezira Swîdê Magdelena Anderson, derbarê proseya endamtiya Swêdê bo endamtiya NATOyê de pêwendiyeke telefonî encam dan.

Serkomariya Tirkiyeyê da xuyakirin, Erdogan ji Serokwezîra Swêdê xwestiye helwesta xwe li hember PKK-YPG bi awayekî zelal biguherîne, lê heta niha di vê mijarê de gav nehatine avêtin.

Erdogan her wiha ji Anderson xwest, hemû dorpêçên li ser pîşesaziya leşkerî ya Tirkiyê hatine danîn rakin û daxwazên dersînorkirin û radestkirin endamên rêxistinên terorê cîbicî bike. 

Ji aliyekî din ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, pêwendiyeke telefonê encam dan.

Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê da xuyakirin, Erdogan ji NATO xwastiye, divê Swêd û Fînlandayê li dijî PKK û YPG gavên kirdarî bavêjin, dorpêçiyên pîşesaziya serbazî rakin û soz bidin careke din serî li van tiştan nedin.

Sekreterê NATOyê jî da xuyakirin, wan biryar dane li Bruksel û Madrîdê li ser proseya endamtiya her du welatan danûstandinên xwe berdewam bikin.