“Êrîşa li ser kêlgeha Kormorê bandorê li berhemanîna gazê nake”

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê şeva borî serdana kêlgeha gazê ya Kormorê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ligel Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Samanên Sirûştî bi wekalet û berpirsên din ên ewlekariyê şeva borî serdana kêlgeha gazê ya Kormorê kirin û bi berpirsên kompanyaya Daza Gas civiyan.

Li gorî daxuyaniyeke nivîsgeha Qubad Talebanî, di civînê ku Birîkarê Wezareta Samanên Sirûştî amade bû, behsa bandora êrîşa mûşekî li ser firehkirina kêlgeha Kormorê ya gazê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat: “Qubad Talebanî dilniyayî da ku ew kar ji bo parastina karmendên di nava kêlgehê de dikin. Ew wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi aliyên pêwendîdar ên Iraqê re di pêwendiyê de bin, ji bo rê li ber êrîşên bi vî awayî bigirin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civîn dilniyayê dide welatiyên Herêma Kurdistanê ku ev êrîş dê ti bandora wan li ser berhemanîna gaza xwezayî û gaza şil û pêwîstiyên welatiyan nake.

Ev yek di demekê de ye, di çend rojên borî de 3 caran êrîş li ser kêlgeha gazê ya Kormorê hate kirin, ya herî dawiyê jî duhî 25 Hezîran 2022an bû.