Wezareta Tenduristiyê: Ji ber tozbarînê 2250 kes tûşî bihntengiyê bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Tnedirustiyê ya Iraqê ragihand, 2250 kesên tûşî bihntengiyê bûne gihîştin nexweşxaneyan.

Berdevkê Wezareta Tnedirustiyê ya Iraqê Seyf Bedir di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber pêla tozbarînê, hejmara kesên li Bexda û bajarên din tûşî bihntengiyê bûne û berê xwe dane nexweşxaneyan gihîşt 2250 kesî..

Diyar kir jî, piştî wergirtina çareseriyên pêwîst, piraniya wan haletan vegeriyan malên xwe.

Ji Nîsana borî ve rastî çendîn pêlên tozbarînê bi ser Iraqê de hatine, di demekê de ku ji ber diyardeya guherîna keşûhewayê, welat tûşî kêmbûna baran, çolbûn û hişkesaliya dijwar bûye.