Mesrûr Barzanî: Êrîşkirina ser her cihekî Kurdistanê, êrîşkirina ser hemû Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşên terorîstan ên li dijî berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşên terorîstan ên li dijî berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.

Di peyama Serokwezîr de hat eşkerekirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêzanînê ve li rola veberhênana li sektora petrol û gaz û hemû jêrxana giştî dinêre û wan diparêze. Em gelek eşkere dibêjin, êrîşkirina ser her cihekî li Kurdistanê, êrîşkirina ser hemû Kurdistan û xelkê Kurdistanê bi giştî ye.”

Herwiha destnîşan kir: “Ez ji xelkê Kurdistanê daxwaz dikim ku îradeya wan bihêz be. Ev êrîşeke eşkere ye li ser jêrxana me û beşek e ji hewldana têkderane ji bo rawestandina me ji planên stratejîk û karnameya me ya çaksaziyê. Lê bawer bikim, weke her dem, em ê xweragir bin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Weke hemwelatiyên seranserê Kurdistanê, ez ji dubarebûna êrîşên terorîstan bo ser xelk û jêrxana giştî ya Kurdistanê di çend mehên borî de gelek nîgeran im. Ji ber ku dengê raya giştî li Iraqê ji dest dane, ew tirsonekên li paş encamdana êrîşan in, xwe dispêrin van tawankariyan. Li şûna ku siberojê bifikirin û ji bo geşkirina aborî û pêşvebirina pêwendiyên ligel civaka navdewletî û pêkanîna derfetên kar ji bo ciwanan, grûpên ji yasayan derketî, gundên me mûşekbaran dikin û xelkê sivîl dikin armanc.

Ez bi rêya telefonê ligel hevbeşên siyasî yên sereke yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û herwiha dostên me yên li derveyî welat axivîm. Di pêwendiya xwe de ligel birêz Serokwezîrê Federal Mistefa Kazimî, min tekezî li ser pêwîstî û girîngiya pêkanîna hêzeke hevbeş a Pêşmerge û hêzên ewlehiya Iraqê kir ji bo tijekirina her valakiyeke ku li deverên cihê nakokiyê hebe, ku grûpên ji yasayan derketî, ji bo têkbirina seqamgîriya hemû Iraqê wan deveran bi kar tînin.

Min ji Serokwezîrê Federal re eşkere kir ku ev êrîş metirsî li ser seqamgîrî û rewşa veberhênana li Iraqê bi giştî dirust dikin û min daxwaz kir ku rêkarên cidî û pratîk ji bo kontrolkirina wan grûpan werin pêkanîn.

Herwiha min Wezîrên Karûparên Pêşmerge û Navxwe raspart ku hemû rêkarên pêwîst pêk bînin ji bo parastina jêrxana giştî û saziyên petrol û gazê. Di çarçoveya planê de, me li ser şandina hêzên zêdetir bo navçeyê li hev kir. Di rojên bê de em ê rêkarên zêdetir pêk bînin.

Şeva borî ez ligel Rêkxerê Koşka Spî bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê birêz Brett McGurk axivîm. Hevalên me yên Amerîkî û hemû veberhêner, divê pabendiya xwe nîşan bidin, em nikarin çok li ber tirs û bizdandinê deynin. Di çend rojên bê de, ez ê ji dost û hevbeşên me yên navdewletî daxwaz bikin û Encûmena Asayîşa Navdewletî jî divê di pêwendî û hewldanên xwe de ligel Hewlêr û Bexdayê berdewam bin, da ku bi hev re em rê li ber êrîşên zêdetir ên terorîstan bigrin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêzanînê ve li rola veberhênana li sektora petrol û gaz û hemû jêrxana giştî dinêre û wan diparêze. Em gelek eşkere dibêjin, êrîşkirina ser her cihekî li Kurdistanê, êrîşkirina ser hemû Kurdistan û xelkê Kurdistanê bi giştî ye.

Ez ji xelkê Kurdistanê daxwaz dikim ku îradeya wan bihêz be. Ev êrîşeke eşkere ye li ser jêrxana me û beşek e ji hewldana têkderane ji bo rawestandina me ji planên stratejîk û karnameya me ya çaksaziyê. Lê bawer bikim, weke her dem, em ê xweragir bin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

26ê Hezîrana 2022yan