Emîr Ebdullahiyan: Em belgeyeke berfireh a hevkariyê di navbera Îran û Tirkiyê de amade dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahiyan, di çarçoveya serdaneke fermî de îro gihişt Enqerê û ji hêla Wezîrê Derve yê Tirkiye yê Mevlut Çavuşoglu ve hate pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahiyan di serdana xwe ya bo Tirkiyê de got: “Bernameya hevkariya berfireh û demdirêj a di navbera her du welatan de xala sereke ya serdanê ye ku ez niha li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Enqerê me.”

Got jî, ev serdan bi mebesta gotûbêjkirina mijarên dualî û hevdîtina bi hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re ye. Her wiha got: “Ez ê Serokomar Recep Tayîp Erdogan û rayedarên din ên Tirkiyê re jî bibînim.”

Ev serdana Wezîrê Derve yê Îranê di demekê de ye, Tirkiye bi dewletên Kendav û Israîlê re pêwendiyên xwe baş dike. Pispor jî dibêjin, bi nêzîkbûna Tirkiyê bi Kendav û Israîlê re, di pêwendiyên Tirkiye û Îranê de, heyameke bi kêşe destpê dike.