NY: Di nava 18 mehan de 106 kesan li Kampa Holê hatine kuştin

Koordînatorê Netewên Yekgirtî li Sûriyê: Kampa Holê cihekî pir zehmet û ne ewle ye
Kampa Holê li Hesekê
Kampa Holê li Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî diyar kir, di nava 18 mehan de, zêdetirî 100 kesan ku gelek ji wan jin in, li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê hatine kuştin û daxwaz ji welatan kir ku welatiyên xwe vegerînin.

Li gorî Koordînatorê Netewên Yekgirtî li Sûriyê Imran Riza, kampa Holê ya ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, di rewşeke bêewlehî de ye û tê de pêşeroja zarokan ne diyar e.

Diviyabû kampa Holê bibûya navendeke girtinê ya demkî ya berî dadgehkirinê, lê hîn jî nêzîkî 56 hezar kes li wir girtî ne pirana wan xelkê Sûrî û Îraqî ne û beşa din jî welatiyên welatên din in ku beşek ji wan zarok û jinên DAIŞê ne.

Îmran Riza ku gelek caran serdana kampa Holê kiriye, li Cenêvê ji rojnamevanan re got, ji sedî 94ê girtiyan jin û zarok in.

Diyar kir jî: “Ew cihekî pir zehmet û ne ewle ye.” Aşkere kir jî: “106 bûyerên kuştin, ji Çileya sala borî ve li kampê rû dane ku gelek ji kuştiyan jin in.”

Riza got ku li Kampa Holê nêzîkî 27 hezar girtiyên Îraqî, 18 – 19 hezar Sûrî û nêzîkî 12 hezar welatiyên ji neteweyên din hene.

Di dema ku Iraqê hin welatiyên xwe vegerandine, gelek welatên din ên cîhanê ku divê vegera welatiyên xwe qebûl bikin, vê yekê red dikin.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Rêveberiya Xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê vegerînin welatên xwe.